Cotmeh 09, 2023 15:09 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Iraqê ragihand ku 20 derbasgehên sînorî yên Herêma Kurdistanê, nefermî ne

Serokê Rêxistina Derbasgehên Sînorî yên Iraqê ragihand, li Herêma Kurdistanê nêzîkî 20 derbasgehên nefermî hene û me bi Herêma Kurdistanê re li hev kiriye ku deriyên nefermî bên girtin.

 

Serokê rêxistina dergehên sînorî yên Iraqê Omer Wailî di hevpeyvîna  bi  rojnamevanan  re ragihand: Me derbasgehên nefermî yên Herêma Kurdistanê nas kirine û ragihandin ku ev derbasgehên nefermî gefeke cidî dijî aboriya Iraqê  ne.

Rêxistina Derbasgehên Sînorî yên Iraqê teqezî li ser wê yekê kir, ku li gorî fermandên hikûmetê, wan  jibo gotûbêja bi berpirsên Herêma Kurdistanê re  dest bi avakirina komîsyonên bilind kirine  û jibo girêdana  van derbasgehan ji riya komîsyoneke hevpar li hev kirine. 

Wailî hebûna 20 deriyên sînorî yên fermî û 8 deriyên sînorî yên nefermî li Herêma Kurdistanê piştrast kir û teqez kir ku jibo  diyarkirina rêyekê bona bidestxistina çareseriiay dawiyê û sepandina çareseriyên qanûnî û girtina deriyên sînorî û cîbicîkirina çareseriyên hikûmeta federal û parastian berhemên navxweyî û çavdêriyên di demê de, li hev kirine.

Serepeyv