Îlon 17, 2023 09:55 Asia/Tehran
  • Çareserbûna nakokiyên bûceyê navbera Bexda û Hewlêrê

Nûnerê Êzdî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) li Meclîsa vî welatî qala çareserbûna qeyrana navbera hikûmetên federal û Herêma Kurdistanê li ser qanûna bûceyê piştî rêzegotûbêjên dualî kir.

Mehma Xelîl bi gotina vêya ku desteya hikûmeta Herêma Kurdistanê meyl û eleqeya xwe ya cidî ji bo çareserkirina hemî qeyranan li gorî Qanûna Bingehîn a Iraqê diyar kiriye û rêkarên bilez bi taybet ji bo cihanîna hemî lihevkirinên xwe digel Bexdayê raber kirine, got: Bidawîanîna hemî qeyranan pêwîstî bi biryardana desteya wezîran û Meclîsa Iraq heye û gişt divê pêbendî Qanûna Bingehîn û lihevkriinên siyasî û bernameya hikûmetê bin.

Mehma Xelîl tevî amajeya bi vêya ku niyet û meyleke sadiqane ji aliyê hikûmetên navendî û Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina meseleyên mayî navbera du aliyan da heye, pêşbînî kir ku desteya wezîran a Irqê di civîna îro Yekşemiyê da hin biryarên girîng ku li ser xêra tevahiya Iraqê ye, bide.

Serepeyv