Tîrmeh 28, 2023 15:31 Asia/Tehran
  • Se'dî Ehmed Pîre: YNK ji bo lidarxistina Hilbijartinan amade ye, lê were xapandin

Endamê Ofîsa Sîaysî ya Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) ragihand ku partiya wî ji bo lidarxistina hilbijartina parlimanî li Herêma Kurdistanê amade ye, lê naxwaze were xapandin.

Se'dî Ehmed Pîre got: Îdiayên ku tên hilêxistin derheq vê yekê ku YNKL naxwaze hibojartinên parlimanî li Herêma Kurdistanê werin lidarxistin, bi armanca rewanîşandana lidarxistina hilbijartinan bi sîstema berê va ne.

Wî derbarê helwêsta partiya xwe derbarê hilbijartina parlimanî li Herêma Kurdistanê got: "Ev îdia ku YNK ji bo lidarxistina hilbijartinan amade nîne îdiayeke bêwate ye; YNK civateke rewşenbîriyê nîne ku lîstek amade kiribe û bibêje em di van hilbijartinan da xwe dinirxînin."

Se'dî Ehmed Pîre got: YNK partiyek e ku ezmûna xwe li pey xwe hiştiye û her dema ku hilbijartinek tê lidarxistin, xwe ji bo hilbijartina din amade dike.

Wî got: YNK ji bo lidarxistina hilbijartinan di her demekê da amade ye. Hilêxistina van cûe gotinan bi armanca anîna zextê li ser vê partiyê ji bo pejiandina lîsteya çêkirî ya take-bazineyî û sextekarî û pawanxwaziyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbarê mafên kêmîneyan di hilbijartinan da ye.

 

Serepeyv