Tîrmeh 24, 2023 08:57 Asia/Tehran
  • Derbasgehekke sînorî ya nû navbera Îran û Herêma Kurdistana Iraqê hat vekirin

Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku derbasgeheke sînorî ya nû li ser sînorê Komara Îslamî ya Îranê vekiriye.

"Awat Şêx Cenab" Wezîrê darayî û Aborê yê Herêma Kurdistana Iraqê roja Yekşemiyê di rex serdana Derbasgeha Sînorî ya Perwîzxanê da got: Derbasgeha Sînorî ya nû bi navê Tîlko'yê dê îro bi fermî were vekirin.

Li gorî gotina Şêx Cenab, Vê derbasgeha nû dê bandoreke erênî li pêkanîna derfetên şixulînê û zêdekirina veguhestina ticarî li navçeya Germîyanê ya Herêma Kurdistana Iraqê hebe.

Derbsgeha Tîlko'yê li ser sînorê parêzgeha Kirmaşanê ye.

Iraq digel Komara Îslamî ya Îranê bi rêya parêzgehên Azerbaycana Rojava, Parêzgeha Îlamê (Deriyê Mêhran, Zerbatiye ya Iraqê), Parêzgeha Kurdistanê (Başmaq û Sîrand), Parêzgeha Kirmaşanê (Xosrewî û Perwîzxan), Parêzgeha Xûzistanê (Çezabe û Şelemçe) hevsînor e.

Vê dawiyê Wezîrê Karên Navxweyî yê Iraqê di hevdîtina digel Ehmed Wehîdî hevpêşeyê xwe yê îranî da li derbasgeha Mêhranê, got: Du aliyan li ser îcadkirina navendên ewlehiyê yên hevpar li ser sînor bi mebesta kontrolkirina hatûçûna ziyaretkerên Erbeyîna Îmam Hisên (S) li hev kirine.

 

Serepeyv