Tîrmeh 18, 2023 16:25 Asia/Tehran
  • Deriyekî din di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de tê vekirin

Berpirsê Peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îranê ragihand ku ew dixwazin peywendiyên bazirganî ligel Îranê berfireh bikin û got: “Biryar e roja Duşemba bê şandek ji Îranê serdana Deriyê Sînor ê Hacî Omeran bike, ligel Parêzgarê Hewlêrê bicivin û mijara vekirina Deriyê Sîdekan gotûbêj bikin.”

Di serdana dawî ya parêzgarên Herêma Kurdistanê ya Îranê de ku ligel parêzgerên ser sînorê Îranê û bi amadebûna Wezîrê Navxwe yê Îranê civiyan, rewşa bazirganî ya navbera herdû aliyan hat gotûbêjkirin, Îranî dibêjin Serokê Komara Îranê ferman daye wan ku heta zû ye tevgera bazirganî ligel Herêma Kurdistanê berfirehtir bikin.”

 

Serepeyv