Tîrmeh 10, 2023 15:43 Asia/Tehran
  • Endamê Partiya Demakrat a Kurdistana Iraqê: Partiyên kurdistanî bo beşdariya di hilbijartinên konseya parêzgehan amade ne

Endamê Partiya Demakrat a Kurdistana Iraqê derbarê amadetiya partiyên kurdsitanî bo beşdariya di hilbijartinên konseya parêzêghan li Iraqê û li Herêma Kudistanê agahî da.

 

Wefa Muhemed Kerîm di hevpeyvînekê de bal kişand ser vê yekê ku şandeke  YNK-yê bi serokatiya  Bafil Talibanî û hinek endamên  mekteb siyasî ya vê patiyê li Hewlêrê bi nunerên pilebilind ên  PDK-yê  re derbarê çendîn  meseleyan gotûbêj kirine. 

 Wî got ku  mijarên herî giring  ku di vê hevdîtinê de hatin hilêxistin, hilbijartionên  konseya parêzgehan bi taybet  li parêzgeha Kerkûkê û amadetiya bo yekgirtîkirina rêza kurdan û beşdariya bi lîsteyeke hilbiajrtinê û kivşkirina çarenivîsa posta parêzgariya Kerkûkê bû. 

  Vî endamê PDK-yê teqez kir:  Partiyên kurdistanî  di hilbiajrtinên  parêzêgehan a Iraqê ser Kerkûkê pêgiriyê dikin ji ber ku ew ser vê bawerê ne ku  parêzêgarê Kerkûkê neqanûnî dixebite û şiyana xwe dijî  qewm û etnîkên Kerkûkê bi kar aniye û beşeke erdên cotkariyê yên kurdên  vê navçeyê dagir kiriye, lewma rêberên  PDK ser guhertina vê parêzgarî teqez dikin û lewma  hin civîn di navbera PDK û YNK bona nêzîkkirina nêrînên xwe derbarê hinek meselan û çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du aliyan tên lidarxistin. 

 

Serepeyv