Hezîran 04, 2023 16:47 Asia/Tehran
  • Berdevkê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê: Hemî komêîn siyasî ketin ber ziyana biryara Dadgeha Federal a Iraqê

Dilşad Şehab Berdevkê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê ragihand, Niha Herêma Kurdistanê bêyî parliman e û ev yek bandor li beşên din ên hakimiyetê yên Herêmnê jî dike.

Berdevkê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê ragihand, Hemî partiyên kurdistanî ji ber valatiya pêkhatî di beşên hakimiyetê yên Herêma Kurdistanê da ketine ber ziyan û zirarê.

Wî got:Nebûna parliman û saziya qanûndarêştinê bandor li beşên din ên hakimiyetê û cîgeha Herêma Kurdistanê dike û ne girîng e ku kengî û kî dê serperestiya hilbijartinan bigire utiyê xwe, belkî ya girîng ev e ku hilbijartin were lidarxistin.

Dadgeha Federal a Iraqê di 30ê Gulana 2023an da biryara xwe ya derheq neqanûnîbûna dirêjkirina heyama çalakiya Parlimana Herêma Kurdistanê da û hemî fermanên dertxistî ji aliyê parlimanê va di dema dirêjkirina çalakiya wê, dê wek bêyî hitbara qanûnî bên hesibandin.

 

Serepeyv