May 31, 2023 19:01 Asia/Tehran
  • Koçer Elî: Îmam Xumeynî (RE) wêrekî û hêza sekinîna hemberî dîktatoran da gelan

Koçer Elî çalakê siyasî û ji berpirsên Fraksyona Partiya Hereketa Îslamî li parlimana Herêma Kurdistana Iraqê di hevpeyvîna digel Kanala Cîhanî ya Seherê li Hewlêrê da got: Îmam Xumeynî (RE) wêrekî û hêza sekinîna hemberî dîktatoran da gelan.

Wî got: Îmam Xumeynî (RE) kesayetiyekî mezin û bibandor bû ku wêrekî û şiyana sekinîna li hemberî dîktatoran da gelan da ku gelên bindest û azadîxwaz bikarin hejemonîya dîktatoran bikin pêkenî û mînaka aşkira û pratîkî ya wî kesayetiyê mezin di vî warî da, jinavbirina rejîma Pehlewî û heşt salan têkoşîna cidî dijî rejîma beisî ya Seddam bû.

Van kiryarên wêrekane yên Îmam Xumeynî û hevrêtî û alîkariya Komara Îslamî ya Îranê di rojên dijwar ên gelê Kurdistana Iraqê bi rêya vekirina dergehên xwe ji bo sitirandina gelê Kurdistana Iraqê, ev derfet da gelan nemaze gelê Kurdistana Iraqê da ku di têkoşîna dijî rejîna Beis û Seddam da bibiryartir bin.

 

Serepeyv