Nîsan 16, 2023 14:20 Asia/Tehran
  • Nazim Debax: YNK divê ji bo parastina ewlehiya Herêma Kurdistanê, berdêldana ji ber helwêstên xwe kêm bike

‘Nazim Debax’ Nûnerê Herêma Kurdistana Iraqê li Tehranê got: “Hegera girêdana qada asimanî ya Tirkiyê li ser geştên asimanî ji balefirgeha Silêmaniyê û êrîşa ser vê balefirgehê ji ber helwêstên Yekitîya Niştmanî ya Kurdistanê (YNK) derheq kurdên Sûriyê ye; baştir e ku ev partî ji niha û pê va li ser berjewendiyên Herêma Kurdistanê bifikire.”

‘Nazim Debax’ Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê li Tehranê ragihand: YNK berdêla hewl û têkoşînên xwe wek partî dide, lê divê ji niha û pê va hewl were dayîn ku zêdetir bala xwe bide ser berjewendiyên Herêma Kurdistana Iraqê.

Wî bi gotina vêya ku di serdema ‘Mam Celal’ da YNK’yê peywendiyeke baş digel Îran û Tirkiyê hebûye, got: Lazim e ku partiyên Herêma Kurdistana Iraqê zêdetir ji siyasetên partiya xwe, bala xwe bidin ser cînaretiya baş û berfirehkirina peywendiyan.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê li Tehranê her wiha bi gotina vêya ku ji bo Tehranê girîng e ku ti pirsgirêkek li Herêma Kurdistana Iraqê tinebe û ewlehî û aramiyeke zêdetir li herêmê hebe, got: Bi bawera min berjewendiyên Îranê jî di ewlehiya navçeyê da tên dabînkirin û madem ku derdora 400 kîlomitr sînorê Silêmaniyê digel Îranê heye, divê dabînkirina van sînoran ji aliyê Silêmaniyê jî were garantîkirin.

 

 

 

Serepeyv