Nîsan 14, 2023 16:41 Asia/Tehran
  • Tirkîyê mercê destpêkirina derbasbûna geştên balafirgeha Silêmanîyê ji esmanê wî welatî va aşkira kir

Tirkîye razî bûye ku di berdêla qedexekirina karê partîyên nêzîkî PKK’yê li Silêmanîyê û bidawîhanîna hevkarîya YNK û kurdên Sûrîyê, rê bide geştên di navbera balafirgeha navneteweyî ya Silêmanîyê û Tirkîyê da û bilekis bên destpêkirin.

Al Manitor û New Ereb’ê basa hevdîtina Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ‘Qubad Talebanî’ û Serok û Cîgirê MIT’ê kirin.

‘Qubad Talebanî’ li Bexdayê bi ‘Mutlu Tûka’ Cîgirê Serokê MIT’ê ra hevdîtin pêk anîye û paşê ji bo hevdîtina digel Serokê MIT’ê ‘Hakan Fîdan’, çûye Tirkîyê.

Al Manitor û New Ereb’ê ragihandin ku naveroka hevdîtina ‘Qubad Talebanî’ û wan 2 rayedarên emnî yên Tirkîyê bi daxistina esmanê Tirkîyê ser geştên ji balafirgeha Silêmanîyê û paşê gengeşeya terora serneketî ya Serfermandarê HSD’yê li nêzîkî balafirgeha SDilêmanîyê û tawanbarbûna Tirkîyê bi desthebûna di wê êrişê da hebûye.

New Ereb’ê idia kirîye ku Silêmanîyê mercên Tirkîyê qebûl kirîye û her du alîyan li ser destpêkirina geştên di navbera Silêmanîye û Tirkîyê da û bilekis li hev kirine.

 

Serepeyv