Nîsan 13, 2023 18:27 Asia/Tehran
  • Zîyanên lehîyê li Herêma Kurdistanê berfire bûn

Pêleke baranê Herêma Kurdistanê daye ber xwe û li hin qeza û nahîyeyan bûye sedema rabûna lehîyê û pêkhatina zîyanan.

Zîyana herî zêde jî li qezayên Amêdî û Akrê ketîye. Serokwezîrê Iraqê jî ji ber barana guj fermana tehtîlkirina tam a kar u baran li vî welatî da.

Li parêzgeha Dihokê zêde ji 300 mal û 7 seyrangeh tûşî zîyanê bûne, li qezaya Akrê nêzîkî 100 mal, dikan, mizgevt û warên geştyarîyê ketine ber zîyana lehîyê.

Herwiha 200 keper û dikan li her du seyrangehên Gelîyê Zenta û Sîpeyê tûşî zîyanê bûne.

Bilî vîya li qezaya Akrê rêya çend gundan hatîye daxistin.

Li Berdereşê nêzîkî 100 mal tûşî zîyana ber lehîyê bûne û 20 istûnên karebayê ketine. Li Şêxanê jî av ketîye nav 30 mal û avahîyan.

Li qezaya Amêdîyê av ketîye nav 28 malan.

Ji hêla din va Qayîmmeqamê Hewlêrê dibêje ku ji ber lêlbûn û şêlûbûna ava Çemê Zêyê Mezin karê her sê projeyên avê li Hewlêrê hat sekinandin.

 

Serepeyv