Nîsan 13, 2023 17:59 Asia/Tehran
  • Derheq êrişa ser balafirgeha Silêmanîyê her kes Tirkîyê şermezar dike lê PDK û YNK hevdu

Di halekî da ku gellek alî û welatan êrişa Tirkîyê ser balafirgeha Silêmanîyê şermezar kir, partîyên desthilatdar li Herêma Kurdistanê jî hevdu di vî warî da tawanbar dikin.

Endamê YNK’yê Faiq Êzidî PDK bi serokatîya Mesûd Barzanî bi hevdestbûna digel Tirkîyê di êrişa ser balafirgeha navneteweyî ya Silêmanîyê da tawanbar kir.

‘Fayiq Êzidî’ herwiha got: Em îro li himberî dewleteke terorîst a leşkerî û binpêkirina serwerîya Herêma Kurdistanê û Iraqê ya bi rêya êrişa ser balafirgeha navneteweyî ya Silêmanîyê ji hêla Tirkîyê va sekinîne ku bi hevdestîya Dezgeha Istixbaratê ya PDK’yê ango ‘Parastin’ pêk hatîye.

Eva di halekî da ye ku Wezîrê Karên Derve yê Iraqê ku ser bi PDK’yê ye, got: Dewleta Tirkîyê heta nika tiştek derbara êrişa ser balafirgeha Silêmanîyê da negotîye, lewma tawanbarkirina Tirkîyê û welatên din bi desthebûna di vê bûyerê da dijwar e.

‘Fuad Hisên’ got: Bexdayê himberî vê bûyerê ti nermbûn û sistîyek nîşan nedaye, ji ber ku Iraq ser vê bawerê ye ku êrişa ser balafirgeha Silêmanîyê nayê qebûlkirin, lê me heta nika agahîyên deqîq derbara vê bûyerê da tineye, lewma em nikarin derbara wê da helwestê nîşan bidin.

 

Serepeyv