Nîsan 12, 2023 18:16 Asia/Tehran
  • Li navçeyeke Herêma Kurdistana Iraqê lehî rabû û bû sedema zîyanê

Îro ji ber barîna baraneke guj û rabûna lehîyê, niştecihên devera Sêlkê ser bi sînorê Mêrgesorê tûşî zîyanê bûn.

Îro li komelgeha Sêlkê ser bi devera Mizûrîya Bala li Mêrgesorê ji ber barîna baraneke guj û rabûna lehîyê, welatî tûşî zîyanê bûn ji wan av ket nava hejmarek avahî û malan.

Herwiha ji ber barîna zêde ya baranê û rabûna lehiyê av ket nav 10 malên li qeza Akrê û ziyanên madî yên zêde ber wan malan ket.

Rêveberê polîsê berevaniya şaristaniya Akrê ragehand: ”Ji ber barîna baranekî zêde ya li qeza Akrê li çend taxeke navenda qezayê lehî rabû û ji ber wê jî 10 mal ber lehiyê ketin û temamê tiştên navmalî yên wan malan ziyan dîtin. Lê bi keyfxweşî ve ti ziyanekî canî nebûye, tenê ziyanên madî çêbûne.”

Ji duh va pêleke barana guj Herêma Kurdistanê daye ber xwe û li gorî pêşbînîya Dayra Şopandina Rewşa Hewayê, baran dê heta sibê bidome.

 

Serepeyv