Adar 30, 2023 16:39 Asia/Tehran
  • Malpera Taqe: Ji ber ragirtina hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê, Israyîl pêrgî qeyranê bûye

Israyîjê ji destpêka vê mehê di rojê da 167 hezar bermîl nifta Herêma Kurdistanê wergirtîye û ji ber biryara ragirtina hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê, Israyîl pêrgî qeyranê bûye ku nikare bi hêsanî alternatîvekê jê ra peyda bike.

Malpera Al Taqe ya Amerîkayê nivîsî: Hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê beşeke zêde ya pêwîstîyên navxweyî yên Israyîlê dabîn dike. 

Li gorî rapora Kompanîya Kibler`ê, asta wergirtina rojane ya nifta Herêma Kurdistanê ji destpêka vê mehê va li Israyîlê rabûye 167 hezar bermîlî. Tê texmînkirin ku Israyîl ji ber wê sekinandina hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê ya bi rêya Tirkîyê va tûşî kêşeyê bibe, ew jî piştî ku Dadgeha Navbeynkar a Navnetewî ya ser bi Odeya Bazirganîya Navnetewî ew biryara ser xêra Iraqê da, Dadgeha ku 9 sal bû mijûlê hilkolandina nakokîya di navbera Iraq û Tirkîyê da bû. 

Bi vî awayî heta dema ku Hewlêr û Bexda lihev bikin, destpêkirina hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê bo Israyîlê yê zehmet be. 

Vê gavê Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser destnîşankirina mêkanîzemkê ji bo hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê gotûbêjê dikin, ku xala herî girîng destnîşankirina wî alîyî ye ku yê berpirsîya firotina nifta Herêma Kurdistanê bigire destê xwe.

Şirketa Kibler`ê pêşbînî jî dike ku dema Şirketa Peydakirina Bazarê bo Nifta Iraqê (SOMO) dest bi hinardekirina niftê bike, ew ticareta dualî yê bê sekinandin. 

Malpera Middell East Ay`yê jî di raporeke têkildarî biryara dadgeha Parîsê li ser nifta Herêma Kurdistanê amajeyî axavtina berpirsekî tirkîyeyî dike ku haya wî ji rêkevtinameya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkîyê di sala 2013ê da heye û ew berpirsa dibêje: Biryara Dadgeha Parsîê her çi be, diravê wek xerame dê ji berîka Enqerê dernekeve, ji ber ku li gorî lihevkirina Herêma Kurdistanê û Tirkîyê, dayîna xeramê ser milê Herêma Kurdistanê ye.