Adar 30, 2023 09:14 Asia/Tehran
  • Endamekî PDK: Derketina wezîrên YNK`ê ji civîna kabîneya Herêma Kurdistanê, wek revîna ji berpirsyariyê ye

Endamekî Partya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK), derketina wezîrên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê ji civîna kabîneya Herêma Kurdistanê, wek revîna ji berpirsyariyê zanî.

Rêbwar Babikî, di hevpeyvînekê da got: Terikandina civîna
desteya wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ji
aliyê wezîrên YNK`ê ve tê wateya derketina ji bin barê
berpirsyariya ku ser milê wan e, ji ber ku bernameya
hikûmeta Herêma Kurdistanê ji hêla Yekîtiya Niştîmanî ya
Kurdistanê ve hatiye wajokirin û pejirandin. Babikî ev
serederiya ser zîyana Herêma Kurdistanê û berjewendiyên
YNK li parêzgeha Silêmaniyê zanî.
Çavkaniyên nûçeyan ragihandin midihek e ku wezîrên YNK
yên di kabîneya Herêma Kurdistana Iraqê de,  beşdarî
civînên kabînê nabin.
Qubad Talibanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî
eva midehik e beşdarî civînên kabînê nabe.