Tirkiyê 541 caran Herêma Kurdistanê bombebaran kir
May 11, 2025 16:22 Asia/Tehran
Bi derbasbûna zêdetirî du mehan ji banga Ebdullah Ocalan û ragehandina agirbesê, êrişên artêşa Tirkiyê, bi taybetî ser axa Herêma Kurdistana Iraqê, hîna berdewam dikin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG), baskê leşkerî yê PKKê di daxuyaniyekê de ragihand ku artêşa Tirkiyê tenê di sê rojan de 541 êrişên hewayî û topxaneyî ser hinek navçeyên Herêma Kurdistanê pêk aniye.
Di 8, 9 û 10ê vê mehê de, artêşa Tirkiyê bi xwefir û balafirên şer û çekên giran, top û hawanan êrişên xwe pêk anîîne. Di vê daxuyaniyê de hatiye ku li Çiyayên Zapê bombeyên qedexekirî hatine bikaranîn.