Adar 28, 2023 16:51 Asia/Tehran
  • YNK: Em deng nadin qanûna hilbijartinan a Iraqê

Fraksyona Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li parlimana Iraqê têkildarî qanûna hilbijartinan pêgirî kir ku ji ber lihevkirinên nihênî û xalên dijî berjewendîyên kurdan û deverên kurdnişîn ên Iraqê yê dengê xwe nedê.

Fraksyona YNK li parlimana Iraqê di daxûyanîyekê da ragihand: Piştî nîqaş û hevkêşîyeke demdirêj, pêvek û tevavkera qanûna hilbijartinan a sisêyê li parlimana Iraqê hat pesendkirin lê ew dijî xalên têkildarî parêzgeha Kerkûkê ye û ji ber vê yekê yê dengê xwe nedê.

Di dewama vê daxûyanîyê da hatîye: Têkildarî qanûna hilbijartina Konseya Parêzgeha Kerkûkê û tevî ku ji sala 2004ê va hilbijartin bi hegerên sîyasî li vê parêzgehê nehatîye lidarxistin, em di gişk civînan da pişikdar bûn ta ku parêzgeha Kerkûkê ji vê hilbijartinê neyê dûrxistin, lê şert û mercên ku di qanûna hilbijartinên Iraqê ya nû da ji bo şopandina tomarkirina navê dengderan li Kerkûkê hatine destnîşankirin, nezelal û nedadmenda ne.

Fraksyona YNK li parlimana Iraqê herwiha idia kirîye ku partîyeke kurd ji ber berjewendîyên xwe di berdêla 2 kursîyên ji bo mesîhîyan û kursîya awareyên li kampên parêzgeha Nêynewayê çavê xwe ser kursîya Kerkûkê da girêda.