Adar 15, 2023 15:31 Asia/Tehran
  • Mehma Xelîl: Liyekgihîştina partiyên siyasî yên rikeber ji berjewendiyên partiyan girîngtir e

Parlimantera êzîdî ya Partya Demokrat a Kurdistana Iraqê li Meclisa Iraqê, bi ragihandina helwêsta vê partiyê li hember lidarxistina hilbijartina Parlimana Kurdistanê li hozeyekê yan çen hozeyan, got: Liyekgihîştina partiyên siyasî yên neyar ji berjewendiyên partiyan girîngtir e.

Mehma Xelîl bal kişand ser vê yekê ku gotûbêjên di navbera 2 partiyên kurdistanî yên PDK û YNK û partiyên din ên Kurd li Herêma Kurdistana Iraqê de li ser amadekirina qanûnekê ji bo hilbijartina Parlimana Kurdistanê gihîştiye qonaxa pêşketî û got: Partya Demokrat a Kurdistana Iraqê hertim piştgîriyê dide xwestekên hêzên siyasî û ti berbendekê (خط قرمز) ji bo lidarxistina hilbijartinê li yek yan çend hozeyan li Herêmê nadanê.

Mehma Xelîl li bara siyaset yan nêta Partiyê li ser lidarxistina hilbijartina parlimana Kurdistana Iraqê di yek yan çend hozeyan da  jî got: Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê, anegorî xwesteka hêzên siyasî tev digere û ti xeteka sor tineye.

Berpirsên saziyên taybet ên hilbijartinê yên PDK û YNK`ê piştî çend civînan ragihandin ku ev du partî li ser sê mijar ji 4 mijarên li bara hilbijartinan lihev kirine.