Adar 12, 2023 09:15 Asia/Tehran
  • Li Duhokê kurdên Êzidî dixwazin kursîya kêmîneyan ber wan bikeve

Nakokîyên di navbera PDK û YNK da têkildarî parvekirina kursîyên kêmîneyan li bazineyên hilbijartinê didomin û di vê navberê da kurdên Êzidî dixwazin ku wan kursîyek li Parlimana Herêma Kurdistanê hebe.

Endamê pillebilind ê binkeya Lalişê Şemo Qasim got: Kêmîneyan 11 kursî li Parlimana Herêma Kurdistanê hene, kurdên Êzidî li Parlimana Iraqê kursîya xwe hene lê li li Parlimana Herêma Kurdistanê ti kursîyek ji bo wan nehatîye terxankirin ku wekîltîya me bike.

Wî herwiha got: Em Êzidî kurd in û bi kurdbûna xwe şanazîyê dikin û mafê me ye ku kursîyek me li Parlimana Herêma Kurdistanê hebe ji ber ku li wir em dikarin berevanîya xwe bikin.

Kurdên Êzidî 14 sal e dixwazin qanûna firqe û kêmîneyan were sererastkirin û ew bibin xwedîyê mafên xwe lê, heta nika ti pêngavek di vî warî da nehatîye rakirin.