Adar 11, 2023 16:15 Asia/Tehran
  • Bereya Turkmanî YNK û PDK derheq mijara kêmîneyan da hişyar kir

Endamekî pillebilind ê Bereya Turkmanî li Herêma Kurdistanê got: Her cure guhertina di Komsyona Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê da divê bi rawêjkarîya digel parlimanterên turkmen be.

Endamê pillebilind ê Polîtbîroya Bereya Turkmanî di civîneke çapemenîyê da got: Her karê ku li Herêma Kurdistanê têkildarî kêmîneyan be, divê bi rawêjkarîya digel wekîl û parlimanterên wan da bê kirin û karê bêyî rawêjkarîya digel wan, ji hêla kêmîneyên Herêma Kurdistanê va nayê qebûlkirin û destwerdana di karên kêmîneyan da tê hesêb.

Vî parlimanterê pillebilind ê turkmenên Herêma Kurdistanê herwiha got: Nika bihevrejîyaneke baş li Herêma Kurdistanê heye û kêmîneyan wekîl  ûparlimaner li Parliman, Serokatîya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hene, lê em ji partîyên hikimdar li vê herêmê dixwazin ku mijara kêmîneyan tevlî nakokîyên xwe yên sîyasî nekin.