Adar 03, 2023 15:38 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe ji hikûmeta Sûdanî diyar kir

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê tevî ragihandina piştevaniya xwe ji serokwezîrê vî welatî, got: Hewlêr dê ji bo aramî û ewlehiya Iraq û navçeyê hewl bide.

Li gorî rapora Fars News’ê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistana Iraqê roja Pêncşemiyê di Civîna salane ya Hewlêrê da bi gotina vêya ku Kurdistana Iraqê di çarçoveya hikûneta Bexdayê û li gorî Qanûna Bingehîn a vî welatî pêngav radike, got: Siyaseta me piştevaniya ji hikûmeta Muhemed Sûdanî serokwezîrê Iraqê ye.

Wî bi gotina vêya ku Iraqê kûrahiya stratejîk a Herêma Kurdistanê ye, got: Iraq qonaxeke nû derbas dike.

Barzanî tevî amajeya bi vêya ku Hewlêr ji bo aramî û ewlehiya Iraq û navçeyê dixebite, got: Iraq û Herêma Kurdistanê dikarin roleke girîng di warê enêrjiyê da bilîzin û niha derfeta zêrîn ji bo wan heye ku rola xwe ya ciddî bilîzin.

Hêjayî gotinê ye, Serokwezîrê Iraqê roja 21ê Çileya 2023an mazûvanê Nêçîrvan Barzanî bû.

 

Serepeyv