Adar 02, 2023 15:56 Asia/Tehran
  • Rapor | Pişka sedî 12.67 a Herêma Kurdistanê ji bûceya sala 2023an a Iraqê hat kişfkirin

Piştî rawêjkariyên curbicur di navbera rayedarên Hewlêr û Bexdayê de li ser pêşnumaya bûceyê ya sala 2023an, hatiye ragihandin ku her du aliyan ser vê yekê li hev kirin ku pişka bûceya Herêma kurdistana Iraqê, piştî kêmkirina xercên serokatiyê, sedî 12.67 ji bûceya Iraqê be.

“Mehma Xelîl”, Endamê Ffraksyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (YNK) li Parlemana Iraqê ragihand ku: Her du şandên Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê li ser mijarên wekî pişka Herêma Kurdistanê li pêşumyaya bûceyê û li ser pêşnumyaya qanûna nift û gazê û pêşnumaya lidarxistina hilbijartinan li hev kirin û çarçoveya hewahengiyê jî li ser cihanîna vê rêketinê navbera Hewlêr û Bedayê cidî ye.

 Wî her wiha got: Partiyên Herêma Kurdistanê derbarê cihhatina vê rêketinê geşbîn in û her du aliyan daxwaza çareserkirina pirsgirêkan bi rêya cihanîna qanûnê û parastina mafên welatiyên Herêam Kurdistanê û Iraqê dikin.

 “Ehmed Wetîfî”, Nûnerê Dewleta Qanûnê li parlemana Iraqê jî derbarê vê yekê de got: Hewahengî û rêketin derbarê pêşnumaya bûceyê û pişka bûceya Herêma Kurdistanê ji gişt bûceya Iraqê di qanaxên xwe yên dawiyê de ye û her du aliyên muzakireyê yên Bexda û Hewlêrê derbarê wê geşbînin in û helwêst û rêketinên erênî bo çareserkirina pirsgirêkên çaresernebûyî di navbera Bexda û Hewlêrê de hene ku di çarçoveya çareserkrina nakokiyên navbera her du aliyan de hatine bidestxistin.

 Pêştir “Çiya Têymûr”, Nûnerê PDK’yê li Parlemana Iraqê ji medyayên iraqî re gotûbû ku li muzakireyên vê dawiyê di navbera hikûmeta Herêmê û Bexdayê li ser qanûna nift û gazê û pişka bûceya herêmê û çareserkirina nakokiyên heyî, rêketineke demkî pêk hatiye.

 ”Umîd Sebah“ Sekreterê Desteya Wezîrên Herêma Kurdistana Iraqê jî ragihand: Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi ‘Muhemed Şiya Sûdanî’ Serokwezîrê Iraqê re civînek li dar xist û derbarê meseleyên çaresernebûyî di navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin û rêketineke berayî derbarê pêşnumaya bûceya Herêma Kurdistanê sedî 14 ye û piştî kêmkirina xercên serokatiyê, pişka Herêma Kurdistanê sedî 12.67 hatiye ragihandin ku wer tê xûyanê bi kêmkirina van xercan pişka Herêmê ji sedî 12.67 ê kêmtir bibe. Pêşnumaya bûceya îsal jî nêzîkî 180 trîlyon dînar hatiye texmînkirin.”

 

Serepeyv