Sibat 20, 2023 16:29 Asia/Tehran
  • Serokê Herêma Kurdistana Iraqê: Lidarnexistina hilbijartina parlimanî li Herêmê, pêvajoya sîyasî dixe bin pirsê

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê got ku lidarnexistina hilbijartina parlimanî li Herêmê ya îsal, rewabûna Herêma Kurdistanê tûşî xeterên cidî tîne.

“Nêçîrvan Barzanî” Serokê Herêma Kurdistana Iraqê di press-konferansa xwe li kêleka beşdarîya li Komcivîna Ewlehîyê ya Mûnîxê da, got: “Em hêvîdar in ku îsal û piştî vegerîyana ji Almanyayê û gotûbêja bi partîyên sîyasî yên kurdistanî ra  derbarê hilbijartina parlimanî, vê hilbijartinê li dar xînin.”

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê tekez kir, lidarneketina hilbijartinê pêvajoya sîyasî û qanûnên Herêma Kurdistanê dixe ber pirsê; loma partîyên sîyasî yên kurdistanî divê bi awayê ciddî vê mijarê berçav bigirin.

Lidarnexistina hilbijartina parlimanî ya Herêma Kurdistana Iraqê û dirêjkirina heyama çalakîya wê tûşî rexneyên giran bûye û rexnegir dibêjin, partîyên serdest ên Herêmê ji ber serneketina di hilbijartinê da, rê li ber lidarxistina wê digirin.

Serepeyv