Sibat 09, 2023 19:40 Asia/Tehran
  •  Nerazîbûna ji ber hikimdarîya PDK û YNK’yê li Herêma Kurdistana Iraqê zêde bûye

Li gorî encamên dawîn rapirsîyan li Herêma Kurdistana Iraqê, asta nerazîbûna ji nekarabûna Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) wek du alîyên hikimdar jorda çûye.

Li gorî encamên rapirsîyên herî dawîn li Herêma Kurdistana Iraqê, bêhêvîbûna welatîyan derheq çêtirkirina asta jîyanê û nerazîbûna ji ber hikimdarîya YNK û PDK’yê zêde bûye.

Li gorî encameke wan rapirsîyana, abora Herêma Kurdistanê tûşî qeyraneke kêmmînak bûye, di peywendîyên Hewlêr û Bexdayê da gêre derketîye û şirketên navneteweyî yên çalak di warê nifta Herêma Kurdistanê da di bin zext û zorê da ne.

Dezgehê rapirsîyan herwiha ragihandin ku ji ber 3 babetên ku li jorê hatin rêzkirin, siberoja çêtirkirina asta jîyana xelkê li Herêma Kurdistanê nezelal e û li gorî vê yekê ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji nêzî 30 salan berî nika va wek pawan di destê PDK û YNK’yê da ye, hema ev du alî sebeba nekarabûna hikûmetê ne.

Herwiha nerazîbûna welatîyan ji karnameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gurrbûna gêreyan di navbera hikûmetê û welatîyên vê herêmê da gihîştîye asta hişyarkirinê.

 

Serepeyv