Sibat 08, 2023 14:09 Asia/Tehran
  • Endamekî PDK’yê: “Me 3 rê ji bo dayîna miaşê karmendên Herêmê raberî Bexdayê kirin”

Endamekî Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku 3 rê ji bo dayîna miaşê karmendên Herêma Kurdistanê raberî Bexdayê hatine kirin.

“Wefa Mihemed Kerîm” parlimanterê PDK’yê dîyar kir ku ji wan mijarên lihevkirina me û Hevalbendîya Birêvebirina Hikûmetê eva bû ku em ji bo pêkanîna daxwazên xwe heta dawîya hemî qonaxan ji wan pesenkirina pêşnumaya qanûna nift û gazê û bûceya sala 2023an çaverê bin û 400 milyar dînarê ku Serokwezîrê Iraqê ferman dabû, bidin Herêma Kurdistanê, lê bi hegera fermana partîyeke sîyasî bo Wezîrê Darayîyê yê Iraqê, Bexdayê hê ew dirava nedaye Hewlêrê.

Wî herwiha got: “3 rêçareyên nû bi armanca lihevkirina digl Hevalbendîya Birêvebirina Hikûmetê hatine raberkirin ku li gorî yek ji wan, hikûmeta Serokwezîrê Iraqê ‘Mihemed Şîya Sûdanî’ dikare dirêv wek deyn bide ber destê Herêma Kurdistanê. Rêya diduyan jî lezandina pesendkirina pêşnuma qanûna bûceyê heta pesendkirina qanûna nift û gazê ye ku pişka Herêma Kurdistanê tê da sedî 14 hatîye destnîşankirin û rêya sisêyan jî pesendkirina pêşnuma qanûna nift û gazê di demajoyeke kivş da ye.”

 

Serepeyv