Çile 29, 2023 18:57 Asia/Tehran
  • Li bazareke matorsîklêtan a Hewlêr şewateke giran qewimî

Medyayên Iraqê ragihandin ku li Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê, li bazareke matorsîklêtan şewateke giran qewimiye.

 Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya malpera Shafagh News’ê, ev şewat li depoyeke ticarî ya bazarê mezin ê nêzîkî keleha kevnare ya navenda bajarê Hewlêrê qewimî.Li depoya hanê, madeyên tenduristiyê hebûn.

Hîna hûrgiliyên derbarê hegera vê şewatê an asta ziyanên aborî û canî yên vê bûyerê nehatine belavkirin.

 Li gor vê raporê, tîmên agirvemirandinê yên ku bo cihê bûyerê hatine şandin, hewil dan şewatê vemirînin.  

Havîna derbasbûyî li Iraqê çend şewatên mezin û giran qewimîn ku di encamê li beşên cûr bi cûr ên mîna nexweşxane, zanîngeh û depoyên ticarî, çend kesan canê xwe ji dest da.

 

 

Serepeyv