Çile 26, 2023 14:27 Asia/Tehran
  • “Hikmê Dadgeha Federal a Iraqê tam nedadmendane û sitemkarane ye”

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê ragihand: Hikmê Dadgeha Federal derheq qedexeya şandina bûceyê bo Herêma Kurdistanê nedadmendane û sitemkarane ye.

 Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistana Iraqê di daxûyaniyekê de ragihand: “Hikmê Dadgeha Federal a Iraqê derbarê neqanûnîbûna şandina bûceya Herêma Kurdistanê û miaşa kedkarên herêmê ji aliyê hikûmeta Iraqê va li salên 2021 û 2022an hikmekî nedadmendane û sitemkaran ye.”

 Barzanî her wiha ragihand: “Ev hikm ne tenê miaşgir û xelkê Herêma Kurdstana Iraqê ku welatiyê iraqê ne belkî gişt proseya istiqrara siaysî ya Iraqê û rêketina ku hikûmeta nû ya federal a Iraqê ser esasa wê pêk hatiye, dike armanc.”

 Serokê Herêma Kurdistanê got: “Hikmê Dadgeha Federal vê agvê gelek şik û gumanan çê dike û bi dehan pirsan bi dû xwe re tîne.”

 Dadgeha Federal a Iraqê duh pêşnumyaya desteya wezîran a vî welatî bo şandina her qasa bûce û diravekî bo Herêma Kurdistana Iraqê betal kir.

 Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di daxûyaniyekê de rexne ji Dadgeha Federal a Iraqê girt û ragihand ku helêwsta Dadgeha Federal a Iraqê teqeziya ser dewama siyaseta şaş û dijminatiya vê dadgehê dijî Kurdistana Iraqê ye.

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî jî li ser biryara Dadgeha Federal a Iraqê peyamek belav kir û ragihand, dadgeha fedral helwesteke din a dijminatiyê li hember Herêma Kurdistanê nîşan da û rê li ber pereyên Herêma Kurdistanê girt.

Mesûd Barzanî di peyama xwe ra ragihand: “Gelekî ecêb e, her dema ku atmosfereke erênî di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de çê dibe û derfetek ji bo çareserkirina kêşeyan derdikeve holê, Dadgeha Federal yekser ji bo têkbirina wê derfetê kar dike û vê carê jî bi biryareke dijminane ew derfet pûç kiriye.”

 

Serepeyv