Pêgirîya Barzanî û Sûdanî ser çareserkirina kêşeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê di civînekê da pêgirî ser çareserkirina kêşeyan û bidestxistina rêçareyekê kirin.
Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê di daxûyanîyekê da ragihand ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîya Sûdanî ra civîya û her du alîyan basa amadekirina pêşnuma bûceya federal a sala 2023an, hûrgilîyên pişk û kirêdîyên Herêma Kurdistanê ji bûceya giştî kirin.
Barzanî û Sûdanî herwiha pêgirî ser girîngatîya çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê da ser bingeha Qanûna Bingehîn kirin.
Di vê daxûyanîyê da hatîye ku Barzanî û Sûdanî herwiha basa maddeya 140î ya Qanûna Bingehîn, dabînkirina mafên hêzên Pêşmerge wek beşeke pergala berevanîyê ya Iraqê, bicihannîa rêkevtinameya Şingalê û çend mijarên din kirin.