Çile 08, 2023 19:36 Asia/Tehran
  •  “Destê rêberên Herêma Kurdistanê jî di dosiyeya Diziya Sedsalê ya Iraqê de hebû”

 Endamê Komîsyona Destpakiyê ya Parlemana Iraqê cihê xweveşartina tawanbarê binavûdeng ê dosiyeya Diziya Sedsalê ku navê wî, Huseyn Kawe ye, eşkere kir û ragihand ku Rêberên Herêma Kurdistana Iraqê bi xwe sebebkarên vê diziyê ne.

 Elî Turkî El-Cemalî ji endamên Komîsyona Destpakiyê ya Parlemana Iraqê got: “Diravê ku hatiye dizîn û bi Diziya Sedsalê nasyar e, bi çend beşan hatiye dabeşkirin ku Rêberên Herêma Kurdistqanê jî tê de pişka xwe hene. Pişka Herêma kurdistanê ji rêya şîrketa kurdî ya KOREK’ê hatiye dabînkirin.”

 Endamê Komîsyona Destpakiyê ya Parlemana Iraqê got: “Herêma Kurdistana Iraqê xwe erkdar nizane ku ferman û biryarên hikûmeta Bexdayê cih bîne. Huseyn Kawe li herêmê ye û hîna nehatiye desteserkirin.”

Wî bal kişand ser hevkariya şîrketa KOREK’ê di Diziya Sedsalê de û got: “Vê şîrketê piştî hilkolandin û şopandinên ku bona eşkerekirina navê sebebkarên Diziya Sedsalê cih hat, dest bi veguhestina diravên diziyê bi erebeya xwe kir. Piraniya endamên kabîneya demkî ya berê ya Iraqê ji wan şêwirmend, rêveber û kesên têkildarî dosiyeyên gendeliyê di dewra derbasbûyî de revîne derveyî welêt û gelek ji wan jî li balefirgeh û derbasgehên sînorî hatine desteserkirin.”

 

Serepeyv