Guherînên li kabîneya Herêma Kurdistana Iraqê bi armanca kêmkirina nakokiyan
Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê biryar heta du hefteyên bê guherînên destpêkê di kabîneya Mesrûr Barzanî da bi cih bîne.
Biryara ji bo pêkanîna guherînan li kabîneya Mesrûr Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê di rewşekê da bi cih tên ku ev kabîne sêyemîn sala çalakiya xwe li pey xwe dihêle û tûşî pirsgirêkên aborî yên dijwar ji wan zêdebûna amara belengazî û bêkariyê û derengketina dayîna meaşa kedkaran ji ber derengiya di pesendkirina bûceya sala 2023an a dewleta navendî da, her wiha pirsgirêkên ewlehiyê yên pêkhatî ji ber çalakiya komên çekdar ên dijberê Îran û Tirkiyê bûye.
Roja Yekşemiyê Rêber Ehmed wezîrê karên navxweyî yê Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku hejmara endamên kabîneya Mesrûr Barzanî piştî betlaniyên sala nû ya mîladî dê were kêmkirin. Wî got: Hin gotûbêj digel partiyên kurd ji bo liyektêgihîştinên ji bo xurtkirina aramiyê li navçeyê didomin.
Wezîrê karên navxweyî yê hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê got: Parlimana Herêmê dê bi zûtî di civîneke taybet da hejmareke wezîran ji her du partiyên sereke yanî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) biguherîne.
Nûnerekî parlimana Herêma Kurdistana Iraqê ji YNK'yê jî ku nexwest navê wî aşkira bibe, got ku bi awayekî taybet wezaretxaneyên Pêşmerge, Darayî, Plandanan û Karûbarên Parêzgehan wê tûşî hin guherînan bên. Wî her wiha got: Armanca van kêmkirinan, avakirina hevsengiyê li hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê û çareserkirina hinek ji nakokiyên niha ye.
Vî nûnerê YNK'yê got: Niştecihên Herêma Kurdistana Iraqê ji hikûmet û partiyan nerazî ne û divê em karekî bikin da were îsbatkirin ku hemî li pey çareserkirina pirsgirêkan nemaze di warê aborî û jiyanê da ne.
Di hefteyên derbasbûyî da Mesrûr Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê got ku hikûmeta wî kariye bêyî hebûna derhatê û bêyî ku pereyekî deyn bike, qonaxeke dijwar derbas bike û heta deynên li ser ustiyê xwe jî kêmtir bike; bi awayekî ku vê dawiyê miliyarek dolar deyna xwe vegerandiye.
Ev di rewşekê da ye ku nakokiyên di navbera YNK û PDK'yê li ser dabeşkirina cîgeh û berjewendiyan, her wiha bandora wan li Herêma Kurdistana Iraqê hema wisa berdewam in û Qubad Talebanî alîkarê serokwezîrê Herêmê ev zêdetir ji mehekê ye ku êdî beşdarî civînên kabneyê nabe.