Kanûn 08, 2022 17:54 Asia/Tehran
  • Mesrûr Barzanî: Em li Bexdayê berevanîya ji mafên xwe dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê amajeyî peywendîyên di navbera Bexda û Hewlêrê da kir û got: Em li ser ti mafekî destûrî yê xwe saziş nakin û gellekî jî hêvîdar in ku encameke baş bi dest bixin.

 

Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê di merasima danîna xîmê Zankoya Birîtanî da li şarê Hewlêrê got: Em agahdar in ku di warê perwerdeyê da gellek pirsgirêkên me hene, kêşeya bicihbûna xwendekaran, girîngzanîna daxwazên hostayan li navendên xwendinê, daxwaz û pêdivîyên wan ku zêdetir ji imkanên me ne lê em hewil didin bi dabînkirina imkan û pêwîstîyan piştgirîyê bidin beşa zanistê.

Wî got: Em hewlên ji bo baştirkirina rewşa Herêma Kurdistanê didomînin taybetî jî di gotûbêja digel hikûmeta federalî da û desteyên me bi awayekî berdewam seredana Bexdayê dikin ji bo bidestxistina rêçareyeke guncav ji bo kêşeyên ku heta nika rêçareyeke guncav ji bo wan nehatîye peydakirin.

 

Serepeyv