Cotmeh 30, 2022 18:20 Asia/Tehran
  • ÊrişênTirkiyê li bakurê Iraqê 10 milyar dînar ziyan gihandiye gundiyên Zaxoyê

Li Zaxoyê ji ber êrişên bejahî û hewayî yên artêşa Tirkiyê yên bi behaneya PKKê, bi qasî 10 milyar dînar ziyan gihîştiye gundiyan, tenê li qeza Batîfayê ji 77 gundan 18 gund hatine valakirin.

Li gor amarên qeymeqamiya Batifayê, ji ber şerê Tirkyê yê bi heceta hebûna hêzên PKKê li Herêma Kurdistanê ya Iraqê di 30 salên borî de nêzîkî 10 milyar dînar (nêzikî 7 milyon dolar) ziyan bi welatiyên 17 gundên qeza Batîfayê ketine. Ziyan bax û avahyan jî li xwe digrin.

Welatiyekî gundê Bankê ji Rûdawê re axivî û got ku ew ji ber tirsa ji topan û şerê di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê de newêrin biçin nava baxçeyên xwe.

Mexdûrê topbarana Tirkiyê Cehwer Xazî got “Bi bihayê nêzikî 500 dolaran ziyan gihîştiye xaniyê min, 2500 dolar otomobîla min, 2-3 hezar dolar çanîna min, ji ber ku ew berhema ku me çand careke din şûnde nabe.”

Li sînorê qezayê bi qasî 2 milyar û 10 milyon dînaran (nêzikî 1.5 milyon dolar)  ziyan bi 67 avahiyan ketine.

Ziyandîtinekî din ê bombebarana Tirkiyê dibêje “Di sala 2020an de artêşa Tirkiyê hat gund, piştî 2 rojan balafirên Tirkiyê gund bombebaran kir û heta niha ti kes nehatiye vê derê.”

Mexdûrekî din ku xwediyê 5 donim erdê avî ye diyar kir ku bi qasî  17 milyon dinaran ziyan gihîşti ye wî û got “Zeviyek nemaye ku top li nav neketibe.  Wekî din jî xelk ji ber topan newêrin bên vê derê van xox, sêv, tirî, hêjîr û hinaran bikirin.”

Qaymeqamê Batîfa Ferhad Mehmûd dibêje: “Ev du sal in em zerer û ziyanan dinirxînin û dê radestî Wezareta Navxwe û piştre jî ji bo qerebûkirina wê radestî hikûmeta Iraqê bikin, lê heta niha ti biryar nehatiye dayîn.”

Serepeyv