Cotmeh 24, 2022 12:19 Asia/Tehran
  •  7 terorîstên DAIŞê li Hewlêr, Silêmaniye û Kerkûkê hatin girtin

Servîsa Têkoşîna dijî Terorîsmê ya Iraqê qala girtina heft terorîstan li Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê kir.

 

Li gorî rapora IRNAyê, Servîsa Têkoşîna dijî Terorîsmê ya Iraqê roja Yekşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand: Hêzên têkoşîna dijî terorîsmê karîn bi pêkanîna hin kiryarên serkeftî, bermahiyên terorîstên DAIŞê bikin armanc.

Servîsa Têkoşîna dijî Terorîsmê ya Iraqê tekez kir: Bi saya xurtkirina kiryarên hevpar û danûstandina zanyariyan di navbera Servîsa Têkoşîna dijî Terorîsmê û hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistana Iraê, hêzên me karîn 4 terorîstan bigirin ku ji van 4 kesan sisê li Hewlêr û Silêmaniyê hatin girtin.

Di vê daxuyaniyê da hatiye ragihandin, Servîsa Têkoşîna dijî Terorîsmê ya Iraqê bi girtina du terorîstên din ku yekî wan çek, cebilxane û teqemenî pê ra hebûn, dawî li memûriyeta xwe aniye.

Serepeyv