Cotmeh 23, 2022 21:48 Asia/Tehran
  • Li Hewlêr, Silêmanî û Kerkûka Iraqê 7 terorîst hatin girtin

Dezgeha Dije Terorê ya Iraqê girtina 7 terorîstan li Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê ragihand.

Li gorî rapora IRNA`yê, Dezgeha Dije Teroê ya Iraqê roja Yekşemiyê li daxûyaniyekê ragihand ku hêzên dijî têrorîsmê karîn bi lidarxistina çend çalakiyên serketî bermahiyên endamên terorîst ên DAIŞ`ê bikin armanc.

Ajansa Dijî Terorê ya Iraqê bal kişand ser vê yekê ku bi sedema xurtkirina çalakiyên hevpar û pevguhertina agahîyan di navbera hêzên dije teror û hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê, hêzên me bi ser ketin û 4 terorîst ji wan 3 li parêzgeha Hewlêrê û Silêmaniyê hatin girtin.

Di vê daxuyaniyê de hatiye ku, yekîneya dije-terora Iraqê bi girtina 2 endamên din ên terorîst ku yek ji wan çek, cebilxane û teqemeniyên amadeyî ji bo teqandinê li ber destê xwe hebûn, erkê xwe bi cih anî.

Serepeyv