Cotmeh 09, 2022 14:28 Asia/Tehran
  • Debax: Em ê vê carê biryareke cidî derbarê komên terorîstî bidin

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê li Îranê tekez kir: Em ê vê carê biryareke cidî derbarê komên terorîstî bidin.

Nazim Debax, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê li Îranê roja Yekşemiyê di hevpeyivîna bi IRNAyê ra tevî amajeya bi rawestandina êrîşên Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî li ser baregehên komên dije-înqilabê piştî hişyarîdana bo rayedarên Herêma Kurdistanê ji bo rêgirtin li kiryarên van koman, got: Eger çalakiya çekdarî were domandin, em ê vê carê bi awayê cidî tev bigerin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê li Îranê her wiha got: Em xwe sozdar dizanin ku rê nedin hin kom bibin sebeba nîgeraniya Îranê an jî welatiyên Herêma Kurdistanê.

Debax derbarê hişyarîya Îranê bo rayedarên Herêma Kurdistanê, derbarê dûhatên hebûna wan li baregehên komên terorîstî jî got: Ti yek ji berpirsên hikûmeta Herêmê têkiliya xwe digel komên kurd ên dijberê Komara Îslamî ya Îranê tunene û hevdîtin û hebûna wan li baregehên van koman jin bo gotûbêj, ragihandina peyamê û sînordarkirina wê beşa çalakiya wan e ku ji bo Îran û hikûmeta Herêmê nîgeraniyê pêk tîne.


 

Serepeyv