Mesrûr Barzanî: Me pêşniyar kiriye ku berbijêrê serokomariyê li Parlemana Kurdistanê bê diyarkirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşniyar kiriye ku berbijêrê serokomariyê li Parlemana Kurdistanê bê diyarkirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja Şemiyê li Hewlêrê beşdarî civîna Zankoya Soranê ya li ser “Pirsa Kurd li Rojhilata Navîn” bû û bersiva pirsekek ser diyarkirina berbijêrê serokkomariyê da û got, “Ti xaleke destûrî û yasayî nîne ku serokwezîr Şîe bibe, serokomar Kurd bibe yan jî serokê parlemanê Sune bibe, lê wek nerîtekê hatiye û heta niha jî tê cibicîkirin, ew nerît çawa hatiye? Piranîya Şîeyan serokwezîr destnîşan dike û paşê jî parleman baweriyê dide. Piraniya Suneyan jî serokê parlemanê destnîşan dike. Di vir de daxwaz ew e ku piraniya Kurdan berbijêrê xwe yê serokomariyê destnîşan bike.”
Mesrûr Barzanî diyar kir, di her sê civînên yekem ên parlemana Iraqê de, Kurdan bi yekrêzî piştgirî dane berbijêrekî serokomariyê û anî ziman, ” Mixabin, di dewra berê de ev nerît hat şikandin. Ji ber vê yekê Serokomarê Iraqê ku diviyabû bi piraniya Kurdan bihata hilbijartin, nehat diyarkirin, berovajî vê yekê, piraniya Şîeyan li parlemanê bêyî Kurdan serokomar destnîşan kirin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku divê rêz li encamên hilbijartinan were girtin, aliyên serkeftî yê hilbijartinên Iraqê li Herêma Kurdistanê kî ye û got, “Mafê wî yê zêdetir heye ku berbijêrê serokomariyê pêşniyar bike, lê ji bo ku em vegerin ser nerîta berê, me daxwaz kiriye ku piraniya gelê Kurdistanê berbijêrê serokomariyê destnîşan bike û ew kes bibe berbijêrê hemû gelê Kurdistanê û di parlemana Iraqê de deng bê dayîn ku nûnertiya hemû gelê Kurdistanê bike.”