Cotmeh 03, 2022 16:51 Asia/Tehran
  • Şêwirînên Kazimî digel rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê

Serokwezîrê Karrêkxer ê Iraqê ku serdana Hewlêrê kiriye, digel rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê civiya.

Mistefa Kazimî di hevdîtina bi Mesrûr Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê da derbarê dosyeyên di navbera dewleta federal û Herêma Kurdistanê da şêwirî û li ser pêwîstiya pêkanîna gotûbêjan ji bo çareserriina berbendên li pêşberî dosyeyên hevpar ên kêşeliser di navbera Bexda û Hewlêrê da tekez kir.

Kazimî û Mesrûr Barzanî di vê hevdîtinê da li ser dewama lidarxistina civînên hevpar û danûstandina cidî digel hemî dosyeyan û dabînkirina hemî şert û mercên pêwîst ji bo gotûbêjên avaker ên ku rêkarên rasteîn di çarçoveya qanûna bingehîn da pêk tînin, tekez kir.

Mistefa Kazimî her wiha digel Mesûd Barzanî serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraê (PDK) li Hewlêrê civiya û der barê rewşa siyasî li Iraqê û girîngiya palpiştiya bi gotûbêjên neteweyî di navbera hemî hêzên siyasî da ji bo derketina ji asêbûna siyasî li vî welatî axivî.

Li gorî vê raporê, di vê hevdîtinê li ser rola çalakiyên siyasî û civakî ji bo hêsankirina hevtêgihîştin, kêmkirina asta kêşeyê, xwedûrkirin ji kiryarên handêr û girîngiya palpiştiya bi helwêsta berpirsyarane ya neteweyî ji bo Iraqeke demokratîk û yekparçe ku tê da qanûna bingehîn di pêşiya hemî tiştî be, tekezî hat kirin.

Barzanî û Kazimî her wiha babetên weke pirsgirêkên ewlehiyê, girîngiya dewama hevahengiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi mebesta çareserkirina dosyeyên dualî bi taybet şerê dijî terorîsmê û derbarê vêya ku Iraq cihek ji bo gefxwarina li welatên cînar nebe, vekolandin.

Mistefa Kazimî sibeha roja Duşemiyê ji bo hevdîtina bi rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê derbasî Hewlêrê bû.

Serepeyv