Cotmeh 01, 2022 21:14 Asia/Tehran
  • Serokwezîr Herêma Kurdistanê û Cîgirê Yekem ê Serokê Parlemana Iraqê li Hewlêrê civîn

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî îro şemiyê, li Hewlêrê bi Cîgirê Yekem ê Serokê Parlemana Iraqê Muhsîn Mendelawî re hevdîtin pêk anî û pê re ser rewşa Iraqê ya Dawiyê û pêwendiyên Bexda û Hewlêrê gotûbêj kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hilbijartina Muhsîn Mendelawî weke Cîgirê Yekem ê Serokê Parlemana Iraqê pîrozbahî lê kir û di erkê wî de hêviya serkeftinê jê re xwest.

Di vê hevdîtinê de ku Cîgirê Serokê Parlemana Herêma Kurdistanê Şaxewan Ebdullah jî tê de amade bû, rewşa siyasî ya Iraqê û çareserkirina bingehîn a kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûrê, hatin gotûbêjkirin.

Serepeyv