Îlon 20, 2022 15:00 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistana Iraqê gule avêtin 2 xwefirran, lê ti yek ji wan neket

Hin çavkaniyan li Herêma Kurdistana Iraqê qala dîtina du xwefirrên (dron) nenas li asimanê vê deverê kir.

Li gorî rapora Rûdawê, Fethullah Şerîf alîkarê tîpa yekem a hêzên Pêşmerge li gundê Qere Hencîrê yê ser bi parêzgeha Kerkûkê roja Sêşemiyê tekez kir, du xwefirrên nenas li asimanê vê navçeyê hatine dîtin.

Şerîf her wiha got: Destûra gullereşandina ser xwefirran hatiye dayîn, lê ti yek neketiye xwarê û heta demekê li asimanê navçeyê difirriyane.

Alîkarê tîpa yekem a hêzên Pêşmerge tekez kir, Ev xwefirr ayîdî hêzên Herêma Kurdistanê û dewleta navendî ya Iraqê nebûne û diyar nîne ku ji ku û bi çi armancekê hatine.

Ev di halekî da ye ku roja 18ê Îlonê jî xwefirreke nenas li navçeya Beşdera parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê ketibû xwarê.

 

Serepeyv