Îlon 18, 2022 18:39 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî: Bîranîna Îmam Husên (S) di riya bilindkirina peyva heqîqetê de derseke canfedayiyê ye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya Çileya Îmam Husên peyamek belav kir û tê de bîranîna Îmam Husên (S) di riya bilindkirina peyva heqîqetê de derseke canfedayiyê da zanîn û got: Iraqê niha ji hemû deman zêdetir pêwîstî bi wê yekê heye îlhamê ji fedekariya Îmam Husên li Kerbelayê de werbigire.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçêirvan Barzanî di peyama xwe de bi minasibeta Erbeîna Huseynî li ser hesabê xwe yê Twitterê, da xuyakirin ku niha Iraqê pêwîstî bi nirx û waneyên hêja heye, da ku prensîpên lêborînê, pêkvejiyan û aştîya civakî di navbera hemû pêkhatan de dirist bibe. " Ev ji bo paşerojeke geştir a ji bo gelê me û jiyanek baştir a ji bo nifşên me pêwîst e.”

Rayedarên iraqî dibêjinzêde ji 24 milyon ziyaretkirên Erbeîna Huseynî ji çar aliyên cîhanê di meşa Erbeîna şehadeta Îmam Husên (S) û hevalê û ehlê beyta wî hezretî de li bajarê pîroz ê Kerbelayê beşdarî kirin. 

Serepeyv