Îlon 17, 2022 11:44 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê dîsa çend deverên Herêma Kurdistanê topbaran kirin

Artêşa Tirkiyê careke din çend deverên Herêma Kurdistanê topbaran kir û di encamê de welatiyek birîndar bû.

Duh înê 16ê Îlona 2022yan, ji ber topbarana artêşa Tirkiyê, li gundê Evlihê yê navçeya Batîfa ya ser bi Zaxoyê welatiyek birîndar bû.

Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, welatiyekî 46 salî ji ber lêketina parçeyekî gulletopek li destê wî birîndar bûye û li Nexweşxana Zaxoyê tedawiya pêwîst ji bo wî hatiye kirin û tendirustiya wî baş e.

Ji bilî birîndarbûna vî welatiyê kurd, heta niha ziyanên topbaranê eşkere nebûye.

Artêşa Tirkiyê bi hinceta hebûna şervanên PKKê, gelek caran deverên Herêma Kurdistanê topbaran dike û gelek ziyanên canî û maddî li navçeyên geştyariyê û gundên wan deveran gihandine.

Roja Tîrmeha 2022yan, di encana topbarankirina seyrangeheke sînorm îdareya Zaxo, neh welatî hatin kuştin û 23 welatî jî birîndar bûn, ku hemû geştyarên Ereb bûn.

Serepeyv