Îlon 15, 2022 11:52 Asia/Tehran
  •  Herêma Kurdistanê; Di 7 mehan de serdana nêzikî 4 milyon geştyaran hat tomarkirin

Desteya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 7 mehên îsal de nêzîkî 4 milyon geştiyaran serdana Herêma Kurdistanê kiriye ku %85 ji wan ji naverast û başûrê Iraqê ne û got, “Nêzîkî 3 hezar û 100 cihên geştyariyê li Herêma Kurdistanê hene û hatina geştiyaran bûye rêxweşker ji bo qezenckirina hikûmetê û cihên geştiyariyê.”

Li gorî nûçeya Rûdawê, Rêveberê Ragihandinê ya Desteya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd roja Çarşemê ragihand, “Ji 1ê Çileya 2022an heta 1ê Tebaxa 2022an di 7 mehan de 3 milyon û 779 geştyaran serdana Herêma Kurdistanê kiriye.”

Îbrahîm Ebdulmecîd diyar kir, %85ê geştyaran ji naverast û başûrê Iraqê û %15 jî geştyarên ji welatên din bûne ku li gor rêzê Îran, Tirkiye, welatên Ewropa û Amerîkayê tên.

Îbrahîm Ebdulmecîd anî ziman, “Li gor lêkolîn û rapirsiyên me, her geştyarekî ku serdana Herêma Kurdistanê dike, bi taybetî geştyarên Iraqî di dema mayîna xwe de li Herêma Kurdistanê 300 dolaran xerc dike, beşeke dahatê wek bac û xerc ji bo hikûmetê diçe û beşa gelek jî ji bo sektora taybet û cihên geştyariyê e ku li Herêma Kurdistanê 3 hezar û 100 cihên geştyariyê hene.”

Li gorî van reqeman û şîroveyên aborî, li Herêma Kurdistanê dahata geştiyariyê ya di heft mehên destpêkê yên îsal de herî kêm 1,2 milyar dolar e.

Serepeyv