Îlon 13, 2022 09:32 Asia/Tehran
  • PDK: Ti namzedekî me yê hevbeş ji bo Serokomariya Iraqê tuneye

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihand, gotûbêjên ligel hemû aliyan berdewam in û li gel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ti namezedekî me yê hevbeş ji bo Serokomariya Iraqê tune ye.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed piştî beşdarbûna şîna Nûnerê berê yê PDKê yê li Tirkiyê Umer Mîranî, li ser destpêşxeriyên PDKê bo çareseriya kêşeyên siyasî diyar kir: “PDK daxuyaniyekê dide xelkê Iraqê ku ev kêşe û astengiyên siyasî yên niha hene, divê bi gotûbêj û hevtêgihîştina hevdu werin çareserkirin.”

Li gor î ragihandina Kurdistan 24, Mehmûd Mihemed destnîşan kir: “Tevî ku cudahiyên me hene, divê em rûnin û behsa cudahiyan bikin û em bizanin dê çawa ew werin çareserkirin.”

Li ser namzedê PDKê yê ji bo postê Serokomariya Iraqê, Mehmûd Mihemed diyar kir: “Heta niha ti namzedekî me yê hevbeş tuneye, namzedê me û yê wan diyar e, lê belê gotûbêj berdewam in di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanî û Iraqî de.”

Wî herwiha destnîşan kir: “Mesûd Barzanî tekezî li ser dîtina rêyeke çareseriyê ji bo xitimîna siyasî ya Iraqê kiriye, nêzîkî salek e hilbijartin hatiye kirin, lê belê heta niha aliyên siyasî nekarîne zimanekî hevbeş ji bo çareserkirina kêşeyan bibînin.”

Serepeyv