Îlon 06, 2022 14:58 Asia/Tehran
  • Çend mûşek li navçeya Xelîfanê ya parêzgeha Hewlêrê ketin

Çavkaniyên xwecihî li parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Iraqê qala lêketina çend mûşekan li navçeya Xelîfanê ya vê parêzgehê kir.

Helgord Şêx Necîb qayîm meqamê şaristana Soranê êvara Duşemiyê di gotûbêja bi malpera Shafagh Newsê ra got: Çar mûşek li gundê Taraweyê li ser tixûbên navçeya Xelîfanê ya ser bi şaristana Soranê ketine.

Li gorî gotina Necîb, heta niha tu zanyariyek derbarê cihê avêtina van mûşekan liberdest nîne û ji ber van mûşekan ziyana canî li tu kesî neketiye.

Serepeyv