Tebax 30, 2022 17:42 Asia/Tehran
  • Komeke terorîst a girêdayî bi DAIŞê li Silêmaniyê hat girtin

Rêveberiya Asayîşê ya Silêmaniya Iraqê qala girtina komeke terorîst a girêdayî bi DAIŞê kir.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya Sumiriye Newsê, Rêveberiya Asayîşê ya Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê qala girtina komeke terorîst a girêdayî bi DAIŞê kir ku hin daxuyaniyên dagirtî bi gotinên bêrêzker û dijûnbar li navçeya Baziyanê weşandibûn.

Rêveberiya Asayîşê ya Silêmaniya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, di rojên derbasbûyî da li hin cihên gelemperî li navçeya Baziyanê, kovar û dirûşmeyên koma terorîst a DAIŞê hatine dîtin.

Rêveberiya Asayîşê ya Silêmaniya Iraqê her wiha ragihand, piştî vê bûyerê odeya operasiyonê ya Rêveberiya Asayîşê ya Silêmaniyê ji bo lêgerîna sebebkarên cinayetê di kêmtir ji 48 saetan da hat damezirandin û cih û pênaseya terorîstan bi awayê cuda cuda hat diyarkirin û kete bin şopandinê.

 

 

Serepeyv