Tebax 10, 2022 16:01 Asia/Tehran
  • Aliyên siyasî derbarê hilbijartina Parlemana herêma Kurdistanê de dicivin

Biryar e aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokê vê Herêmê û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê bicivin û biryarê derbarê dema hilbijartina Parlemana Herêma Kurdistanê de bidin.

Li gorî nûçeya Kurdistan24, Bi armanca dayîna biryarê derbarê dema hilbijartina Parlemana Herêma Kurdistanê de, aliyên siyasî yên Herêmê îro Çarşemê 10ê Tebaxê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeannine Hennis-Plasschaert, dicivin.

Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeannine Hennis-Plasschaert di civînê de amade dibe û wê pêştir pêşniyar kiribû ku hilbijartinên Herêma Kurdistanê di destpêka meha Adara bê de bên kirin.

Di dema borî de, aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê çend caran bi Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê re derbarê qanûna hilbijartinê û aktîvkirina Komisyonê û diyarkirina dema hilbijartinan de civiyabûn, lê negihîştin ti lihevkirinekê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêştir di roja 24/2/2022an de fermana herêmî ji bo diyarkirina roja hilbijartinên giştî yên Parlemana Herêma Kurdistanê îmze kiribû û biryar bû hilbijartin roja 1/10/2022an bihata kirin, lê aliyên siyasî li ser qanûna hilbijartinê û Aktîvkirina komîsyonê ne hevnêrîn bûn, çend caran jî aliyên siyasî ji bo wê pirsê civiyabûn.

Serepeyv