5 terorîstên DAIŞê li Silêmaniyê hatin girtin
Tebax 04, 2022 17:51 Asia/Tehran
Berdevkê Fermandarê gişt ê hêzên çekdar ên Iraqê qala girtina 5 terorîstên DAIŞê li parêzgeha Silêmaniyê kir.
Li gorî rapora ajansa iraqî ya WAI'ê, Yehya Resûl, Berdevkê Fermandarê gişt ê hêzên çekdar ên Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, Hêzên rêxistina istixbarata Silêmaniyê ser bi Rêveberiya Istixbarat û ewlehiyê ya Wezareta berevaniyê ya Iraqê 5 terorîst li parêzgeha Silêmaniyê nas kirin û ew girtin.
Di vê daxuyaniyê da hatiye, ev terorîst bi sûcên têkildarî xala 4an a qanûna têkoşîna dijî terorîsmê hatine girtin û radestî dadgeha lêpirsînê ya Neynewayê hatine kirin.