Tîrmeh 22, 2022 13:07 Asia/Tehran
  •  Edhem Barzanî li dijî Tirkiyeyê banga helwestê ji xelkê kir

Siyasetmedarê Kurd Edhem Barzanî ragihand ku ji bo dawîlêanîna kuştina welatiyên Herêma Kurdistanê pêwîst e welatiyên Herêma Kurdistana Iraqê mil bi milê xelkê hemû bajarên din ên Iraqê li dijî êrişên dewleta Tirkiyê rawestin.

Li gorî nûçeya Roj Newsê, Siyasetmedarê Kurd Edhem Barzanî têkildarî êrişên dewleta Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Facebookê ev peyam parve kir: “Pêwîst e dawî li şehîdkirina 138 şehîdên welatiyên di nava çend salên borî yên li Herêma Kurdistanê û herwiha şehîdkirina 9 welatiyên duh ên li Zaxoyê bînin.”

Siyasetmedarê Kurd Edhem Barzanî ragihand ku ji bo dawîlêanîna kuştina welatiyên Herêma Kurdistanê pêwîst e welatiyên Herêma Kurdistana Iraqê mil bi milê hemû bajarên din ên Iraqê li dijî êrişên dewleta Tirkiyê rawestin.

Li Iraq û Herêma Kurdistanê bertekên li dijî komkujiya pêr li Zaxoyê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve pêk hatî û tê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 23 kes birîndar bûn berdewam dikin.


 

Serepeyv