Tîrmeh 21, 2022 22:00 Asia/Tehran

Baskê leşkerî yê PKKê, li ser bombebarana seyrangeha gundê Perexê yê Zaxoyê ku 12 geştyaran canê xwe ji dest dabûn û 31 kes jî birîndar bibûn daxuyaniyek belav kir.

Baskê leşkerî yê PKKê di daxuyaniya xwe de got, “Dewleta Tirk bi zanebûn seyrangeheke ku sivîl lê bûn bombebaran kir. Divê tu kes hewl nede vê komkujiya bi zanebûn a dewleta Tirk veşêre û li ser bûyerê were girtin. Ji ber ku ev ne komkujiya yekem e ku dewleta Tirk dike.”

PKKê anî ziman, “Çawa ku dewleta Tirk di 11ê Tebaxa 2020an de 2 Berpirsyarên Payebilind ên Leşkerî yên Iraqê bi zanebûn hedef girtin û qetil kirin, ev êrîş jî komkujiyeke plankirî ye ku bi heman armancê hatiye kirin. Ne tesaduf e ku dewleta Tirk di van salên dawî de li Bamernê, Kunê Masî, Geliyê Balinde ya Çemçoyê û gelek herêmên din bi zanebûn li qadên seyranê yên ku sivîlan bi kar tînin da.

PKKê daye diyarkirin ku li herêma ku roja Çarşemê 20 Temûzê komkujî pêk hat tu hêzeke wê nîne. Li herêmên nêzî vê herêmê girên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin hene û li herêmê serwer in. Dîsa hêzên sînorî yên Iraqê û hêzên cuda yên herêmî yên girêdayî Hikûmeta Herêmê jî li herêmê hene. Ji ber vê yekê tu eleqeya vê bûyerê bi PKKê re nîne.”

Rayedarên Iraqê ji destpêkê ve Tirkiye li hember êrişa duh ya li ser navenda geştiyariyê ya bajarê Zaxo ya girêdayî parêzgeha Dihokê berpirsyar dîtin û ev kiryara şermezar kirin. Lê di vî halî de wezîrê derve yê Tirkiyê îdia dike ku ev êriş ne karê Artêşa Tirkiyê ye û wê davêje ustiyê PKKê.

Serepeyv