Tîrmeh 21, 2022 11:18 Asia/Tehran
  • Wezîrê derve yê Iraqê: Divê Tirkiye hemû operasyonên xwe yên li Iraqê rawestîne

Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên duh li cihê topbarana havîngeha Perexê ragihand: “Em bi awayekî eşkere daxwaz dikin, Tirkiye van cûre êrîşan rawestîne.”

Fûad Husên diyar kir: “Li Wezareta Derve wek karê dîplomasiyê, em ê li Encûmena Asayîşê ya Navdewletî dozê vekin, çimkî tiştê niha heye, ji şerê Tirkiye û PKKê derçûye û xelkê sivîl dikujin.”

Husên destnîşan kir: “Ev bûyer wisa dikin ku hemû pêkhateyên Iraqê yekgirtî bin. Ev geştyar ji bajarên cuda cuda yên naverast û başûrê Iraqê bi mebesta betlaneyê hatine vî gundî, xwînên wan li vir bi hev têkel bûn.”

Herwiha eşkere kir: “Ev der bi çar topan hatiye bombebarankirin, sedema vê kêşeyê, hawirdeya pirsgirêkên Tirkiyê bo nav axa Iraqê ye, ango kêşeyek heye di navbera PKK û Enqerê de û divê were çareserkirin.”

Wezîrê Derve yê Iraqê got: “Divê Tirkiye hemû operasyonên xwe yên li Iraqê rawestîne, mijara berevaniya me jî, mafê yasayî ye.”

Serepeyv